Dîna Muhsin: Jineolojî asoyên hişyariyê û xwenasînê vedike

Seroka Navenda Jineolojiyê ya li Misrê Dîna Muhsin, tekez kir ku parastina jinê hewce dike ku sedemên civakî û çandî yên cudakarî û tundiyê bên çareserkirin. Dîna girîngiya dayîna perwerdehiyê, hişyariya mafan û beşdariya jinan destnîşan kir.

MALVA MUHEMED

Navenda Nûçeyan – Di demekê ku mijarên tundiya li dijî jinan zêde dibin û fikarên li ser kuştin û êrîşan bilind dibin de, hewcedariya nêzîkatiyên fikrî û civakî yên ku ji çareseriyên kevneşopî wêdetir diçin, derdikeve pêş. Ev nêzîkatî hewl didin ku kokên pirsgirêkan di hundirê malbat û civakê de û di têkiliya di navbera zagon û çanda serdest de lêkolîn bikin.

Ji bo fêmkirina sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan, astengiyên li pêşiya parastin û bihêzkirina wan û rola lêkolîna zanistî û perwerdehiyê ya di avakirina civakeke dadmendtir de, ajansa me bi Seroka Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan li Misrê û mamosteya medyaya siyasî, Dr. Dîna Muhsin re hevpeyvîna jêrîn kir.

   *Çi tişt Jineolojiyê ji lêkolînên kevneşopî yên li ser jinan cuda dike? Di şert û mercên zêdebûna tundiya li dijî jinan li Misrê de, çawa dikare jineolojî ji qadeke zanînê veguhere amûreke guhertinê?

Rewşa jina Misrî bi adet, kevneşopî û şertên civakî û aborî yên cihê ku lê dijî ve girêdayî ye. Cihêrengiya di navbera herêmên Misrê de bandorê li maf, perwerdehî, kar û beşdariya civakî ya jinan dike. Zextên aborî, nexwendî û hin kevneşopiyên kevn jî dibin asteng li pêşiya pêşketina wan. Hewldanên hişyarkirinê ji bo rawestandina sunetkirina keçan, zewaca zarokan, misogerkirina perwerdehiyê û bihêzkirina mafên jinan girîng in. Lê tirs ji berxwedana civakê û dûrxistina civakî dikare jinan bêdeng bike û rê li ber beşdariya wan bigire.

Ji ber vê yekê, bihêzkirina jinan tenê bi belavkirina agahiyan pêk nayê; divê ew bi xwe bawer bin, mafên xwe nas bikin û beşdarî biryardayînê bibin. Her wiha pêwîst e adet û avahiyên civakî û çandî yên ku cudakariyê xurt dikin, bên guhertin.

  *Ma rola jineolojiyê tenê bi lêkolîna êş û azarên jinan ve sînordar e, an jî têkiliyên hêzê di nav malbat û civakê de rexne dike û hewl dide wan ji nû ve ava bike?

Jineolojî tenê bi lêkolîna êş û azarên jinan ve sînordar nabe, her wiha têkiliyên hêzê û cudakariyê di nav malbat û civakê de jî rexne dike. Cudakariya di navbera kur û keçan de ji zarokatiyê dest pê dike û dikare maf, perwerdehî, azadî û beşdariya keçan sînordar bike.

Ji ber vê yekê, çareserkirina tundî û cudakariyê divê ji malbatê dest pê bike, bi misogerkirina wekheviyê di maf û derfetan de. Civakeke dadmend tenê dema ku maf, hêz û mafê jinan yê beşdarbûn û biryardayînê were nasîn, dikare bê avakirin.

   *Jin çawa dikarin di nav malbat û civakê de tevli hilberîna zanînê û amadekirina çareseriyan bibin, da ku li dijî cudakarî û tundiyê têbikoşin?

Hişyarkirin bingeha guhertina raman û baweriyan e, lê bi diyalog û bê sûcdarkirin pêk tê. Divê bi semîner, kampanyayên medyayê û çalakiyên perwerdehiyê bighîjin jin û keçan, ezmûn û hewcedariyên wan bibhîzin û wan di dîtina çareseriyan de beşdar bikin. Di heman demê de divê bernameyên hişyarkirinê li gorî şertên civakî, çandî û aborî bên amadekirin. Armanc ew e ku jin xurt bibin, beşdarî biryardayînê bibin û mafên xwe biparêzin.

   * Lêkolîna zanistî û daneyên rast ji bo şopandina nîşaneyên metirsiya kuştina jinan û destwerdana zû, berî ku sûc pêk were, çawa dikare bê bikaranîn?

Lêkolîna zanistî ji bo fêmkirina pirsgirêkên civakî û dîtina çareseriyên guncav pêwîst e, lê serkeftina wê girêdayî rastbûn û pêbaweriya daneyan û bêalîbûna lêkolîner e. Daneyên rast alîkariya destnîşankirina herêmên xeternak, pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan û kuştina jinan û amadekirina polîtîkayên bi bandor dikin. Ji ber vê yekê, hevkariya saziyan, parastina nepeniya mexdûran û nirxandina encamên bernameyan girîng in.

   *Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan ji dema damezrandina xwe ve çi bi dest xistiye û astengiyên sereke yên li pêşiya wê çi ne? Kîjan gavên pratîk ên yekem divê îro bên avêtin da ku parastina jinan û dadmendî ji bo wan bê misogerkirin?

Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan tevî ku nû ye, bi rêxistinkirina atolyeyên perwerdehiyê, semîner û dersên hişyarkirinê dest bi xebatê kiriye. Her wiha dixebite ku platforma medyayê bipêş bixe, hevkariyên zanistî ava bike û çalakiyên xwe li herêmên cihêreng ên Misrê û welatên Erebî berfireh bike.

Navendê girîngiya nirxandina berdewam, fêrbûna ji xeletiyan û baştirkirina xebatê destnîşan dike. Li gorî wê, perwerdehî û têkbirina bêxwendetiyê bingeha bihêzkirina jinê ne. Ji ber ku zanîn deriyê nasîna mafan, parastina yasayî û gihîştina dadmendiyê vedike. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku derfetên perwerdehiyê ji bo jin û keçên bêpar zêde bibin û astengiyên civakî û aborî bên çareserkirin. Pêşketina rastîn bi beşdariya jinan, zanîn û misogerkirina mafên wan pêk tê.